- Turk: Em dê statuya gelê kurd bidin naskirin û bi ser bikevin 13:45 28.01.2012 6'emîn Komcivîna Giştî ya Asayî ya Kongreya Civaka Demokratîk, bi beşdariya gelek delegeyan li Amedê dest pê kir. Di Komcivînê de Hevserokê Giştî yê KCD'ê Ahmet Turk, diyar kir ku projeya Xweseriya Demokratîk, projeya yekîtiya azad e û wiha got: "Em wekî KCD'ê dê statuya gelê kurd a siyasî bidin naskirin. Brêz Ocalan di bin tecrîda giran de ye. Em bang dikin û dibêjin êdî hûn bi çek û zindanan nikarin gel bêdeng bikin. 20 mîlyon gelê kurd êdî bi hişmendiya kole û efendî nayê bi rêvebirin. Gelê kurd dê teqez statuya xwe bi sdest bixe. Em dê teqez bi ser bikevin."
-
Walî BDP'î dawet kirin polîsan jî ew di lêpirsînê re derbas kirin
12:15 28.01.2012
Waliyê Stenbolê BDP'iyên di çarçoveya kampanyaya "Ez livirim" a li dijî operasyonên di bin navê "KCK'ê" de hate destpêkirin duh xwe îxbar kirin, dawet kirin. Endamên BDP'ê ku randevu dan Walî çûn, li şûna rayedarên Walîtiyê polîs çûn malên wan. BDP'iyan diyar kir ku polîsan pirsên "Hûn pirsgirêka kurd çawa dinirxînin. Hûn çawa berê xwe didin çalakiyên bi bombeyî û meşan. Rewaşa wa ya aborî çawa ye" kirin. 5
-
Gelo ev jî gora komî ya di dema AKP'ê de ye?
10:50 28.01.2012
Piştî li baregeha JÎTEM'ê ya Amedê de hestiyên mirovan hatin dîtin, nîqaşên gorên komî careke din di rojevê de cihê xwe girtin. Hinek wêneyên di sîteyeke înternetê de hatin weşandin xwîna mîrovan di cemîdîn e. Di wêneyên hatin zanîn di sala 2007'an de hatin kêşandin de cenazeyên HPG'iyan ên di pevçûna li Colemêrgê de jiyana xwe ji dest dan piştî îşkenceyê ji aliyê leşkeran ve tevlî hev di çalan de tên definkirin. Parlementerên AKP'ê ji bo hestiyên li baregeha JÎTEM'ê derketin holê gotin, "Ji ber axrijê ye" Bûyera di dema AKP'ê de pêk hat jî pirsa "Gelo ev jî ji ber axrijê ye?" tîne hişên mirovan. 10
-
Gireva bêdem a li girtîgehan di roja 28'emîn de ye
10:16 28.01.2012
Li Tirkiyê girtiyên PKK'ê û PAJK'ê di 29 qanûnê de der barê "Greva birçîbûnê ya dorveger de daxuyanî dan û diyar kirin ku çalakiya girevê ya dorveger wergerî greva birçîbûnê ya bêdem û bê werger dikin. Piştî vê daxuyaniyê li hemû girtîgehên Tirkiyeyê greva birçîbûnê ya bêdem û bê wergerê dest pê kir. Bi sedan girtî ketin gireva bêdem û dorveger û 28 rojin çalayiya xwe berdewan dikin. Bi vê çalakiyê re rewşa tenduristiyê ya sedan kesan jî her ku diçe giran dibe. Li ser vê yekê parazvanên mafên mirovan rayedarên Tirkiyeyê hişyar kirin û xwest daxwazên girtiyan li ber çavan bigirin. 1
-
Dewlet xistin xizmeta cemaetê
09:25 28.01.2012
Li navçeya Kerborana Mêrdîn Dersxaneya Ozel Femê dibistana dewletê YÎBO xist xizmeta xwe.Dibistana YÎBO ya Gaziyê ji bo xizmeta Dersxaneya Ozel Femê ku nêzî cemaetê tê zanîn, 4 rojan deriyê xwe ji cemaetê re vekir. Dersxaneyê di nava YÎBO’yê de barageh ava kir û hemû alav, amûr û derfetên dewletê pêşkêşî xizmeta xwe kir. Nûnerê Egîtîm Sen'a Kerboranê Nasreddin Oral, anî ziman ku rayedarên dewletê li aliyekî malên piştgiriya perwerdehiyê yên şaredariyan digirin, aliyê din dibistanên dewletê dixin xizmeta Dersxaneyên Taybet. 6
-
Polîsan bi ser Şaredariya Qoserê de girt 08:59 28.01.2012 Li navçeya Qoserê ya Mêrdînê serê sibê polîsan bi ser Şaredariya Qoserê, Rêxistina BDP'ê ya Qoserê, malên xebatkarên şaredariyê û gelek malên din de girtin. 9
-
Dayika HPG’î Işik: Em Hemû Seyfettîn in
08:56 28.01.2012
Dayika endamê HPG'ê û Fermandarê Konseya Leşkerî ya HPG'ê Seyfettîn Işik (Rubar Firat) Aliye Işik, diyar kir ku kurê wê Seyfettîn ji bo “Kurdistanê” jiyana xwe ji dest da û ew hemû Seyfettîn in. 2
-
Ayna: Heta Ocalan azad nebe gelê kurd azad nabe 19:44 27.01.2012 Parlementera BDP'ê ya Amedê Emîne Ayna, ji bo mitînga ji aliyê Tevgera Jinên Azad û Demokratîk (DOKH) di 29 çile de bi slogana "Ji bo çareseriya pirsgirêka kurd muzakere û azadî" bê lidarxistin banga tevlêbûnê kir û got: "Dê çareserî bi riya diyalog û muzakereyê pêk bê. Ji bo vê jî divê Ocalan azad bibe. Heta Ocalan azad nebe gelê kurd azad nabe, gelê kurd nikare bi ziman û nasnameya xwe bijî." 7
-
Arinç: Zimanê zikmakî nakeve nava mafê kurdan 19:25 27.01.2012 Cîgirê Serokwezîr Bulent Arinç ku li meclîsê got "Em dê hemû mafên kurdan bidin wan, li Amedê got li ser perwerdehiya zimanê zikmakî tu projeyên wan tune û zimanê zikmakî nakeve nava hemû mafên kurdan. 1
- Di 41'emnîn rûniştina doza KCK'ê de 5 kes tahliye bûn 19:08 27.01.2012 Di 41'emîn rûniştina doza "KCK" ya 104 jê girtî 152 siyasetmedar li 6'emîn Dadgeha Cezayê Giran a Amedê tên darizandin jê 5 kesên bi navê Veysî Akar, Seyîthan Şen, Îhsan Sevîktek, Abdurahîm Tanriverdî û Adnan Bayram hatin berdan.
ABORÎ
Prof. Dr. Boratav: Dê aboriya Tirkiyeyê hilweşe
1
Li Tirkiyeyê 2 mîlyon û 454 hezar kes betal in
Bihayê êmê sewalan 2 caran sewalkaran mexdûr dike
5
Şîrketên sîgortayê niştecihên avahiyê berpirsiyarên teqînê girtin
6
Îran rojê 28 milyon metrekup gaza xwezayî difiroşe Tirkiyeyê
JÎNGEHA KEDÊ
Li Şaredariya Cîzîrê TÎS hate îmzakirin
8
Di sala 2011'an de 32 hezar pisporan têkiliyên xwe ji nexweşxaneyan qut kir
55 salin li dijî teknolojiyê çanda hedadiyê diparêze
6
Malbata 4 nifûs mehê ancak 8,25 TL ji xwarinê re veqetîne
1
Egîtîm Sen: Meaşê em distînin hêj nagêje berîka me xelas dibe
