DİHA - Ajansa Nûçeyan a Dîcleyê

Nûçe

Cenazeyê şervanê YPG'ê Mete li Amedê hat definkirin

Cenazeyê şervanê YPG'ê Kamil Mete (Rizgar Tolhildan) ku di 28'ê sibatê de di operasyona li gundên Kobanê de jiyana xwe ji dest da li gundê Încuya navçeya Gêl a Amedê hat definkirin. 🕔 20:06 03/03/2015 📷9

Xwendekaran piştgirî dan xwendekarên li Çewlikê

Xwendekarên Zanîngeha Enqereyê ji bo piştîgirî bidin xwendekarên Zanîngeha Çewlikê, dibistan boykot kirin. Xwendekarên li Enqereyê dixûnin dan zanin ku wê her dem piştgirî bidin ... 🕔 19:20 03/03/2015 📷6

Ji Kolnê ji bo Kobanê piştgirî didomin

Endamên Însiyatîfa ‘Kolnî alîkariyê dikin’ ji bo piştgirî û piştevaniya welatiyên Kobanê mamayên zarokan anîn Pîrsusê û teslîmî Koordînasyona Piştgirî û Piştevaniya ... 🕔 17:59 03/03/2015 📷5

Ji bo şervanê YPG’ê Elî Mewlûd hat dayîn

Ji bo şervanê YPG'ê Esed Bekir Elî (şiyar Sorunç) ê di 27'ê sibatê de di operasyonên pakijkirina Kobanê de jiyana xwe ji dest da, mewlûd hate dayîn. 🕔 16:28 03/03/2015 📷6

Ji hikûmetê re hişyarî: Paket dê mirinan zêde bike

Bertekên li dijî "Paketa ewlehiyê " berdewam dikin. Li Enqere, Îzmîr û Sêrtê di çalakiyan hatî lidarxistin de ji hikûmetê re hişyariya, "Dê bi zagonê mirin zêde bibin û şîdeta ... 🕔 16:02 03/03/2015 📷11

🔀Polîtîka

Demîrtaş: Aştiyê hûn na em dê bînin

Hevserokê Giştî yê HDP’ê Selahattîn Demîrtaş ê li komcivîna partiya xwe de axivî nirxandina “Mijara esasî ya ku em di meşa aştiyê de bi hikûmetê re li hev nakin; ew dixwazin xeyala aştiyê bifiroşin, em jî dixwazin aştiya rasteqîn diyarî gelê xwe bikin. Çima bi hêrs in? Dibêjin ku ji hilbijartinan re 3 meh maye me yê aştî bifirota bazariya wî bikira çima hûn bûn asteng. Ez jî dibêjim ku baş e ku em bûne asteng. Em tu caran bawer nakin hûn ê azadî, demokrasî û aştiyê binîn vî welatî” kir.

🕔15:53 📷10 Tevahiya nûçeyê bixwîne
🔀Jin

'Hikûmet cesaretê dide mêrê kujer'

Li Cizîrê bi pêşengiya KESK'ê bi mijara 'tûndiya li ser jinê' panelek hat lidarxistin. Parêzer Hulya Gulbahar diyar kir ku qetliamên bi polîtikayên dewletê re têkildar in wiha axivi: "Hikûmet bi biryarên xwe rayedar jî bi daxuyaniyên xwe rê li ber qetliamên jinan vedikin. Hikûmet cesaretê dide mêrê kujer."

🕔22:00 📷4 Tevahiya nûçeyê bixwîne
🔀Ciwan

Pirtûkxaneya Abdulsamet Çelîk li benda pirtûkan e

Ciwanên endamên Meclîsa HDP'ê ya Karabaglar ji bo bîranîna Abdulsamet Çelîk ê ku piştî ji girtîgehê derket û pişt re jiyana xwe ji dest da Pirtûkxane û Navenda Ciwanan hate avakirin. Ji bo pirtûkxaneya ku Di rojên pêş de bê vekirin, banga piştgiriya pirtûkan hate kirin.

🕔09:17 📷5 Tevahiya nûçeyê bixwîne
🔀Jîngeha Kedê

Sendîkayan 'ewlehiya' kar xwestin

Li Stenbolê ji boneya salvegera 'Roja Têkoşîna li dijî Cînayetên Kar', saziyên civakî daxuyanî dan. Di çalakiyê de hat gotin ku di serdema hikûmeta AKP'ê de hejmara karkerên ku jiyana xwe ji dest didin zêde bûne, ew ewlehiya navxweyî naxwazin, ewlehiya kar dixwazin.

🕔21:12 📷7 Tevahiya nûçeyê bixwîne
🔀Çand û Huner

Çareseriya AKP'ê qedexekirina cilên kurdî ye

Hikûmeta AKP'ê bi derxistina 'Pakêta ewlehiyê' re beri her tiştî dest avêt qedexekirina çanda kurdan û cilên kurdan en neteweyî qedexe kir. Firoşkarên cil û bergên kurdî bertek nîşanî biryara qedexekirinê dan.

🕔09:05 25/2 📷18 Tevahiya nûçeyê bixwîne
🔀Panorama